Rayedarê Misirî: Em li bendê ne Hemas tafilê bersiva peymana agirbestê bide

Rayedarê Misirî: Em li bendê ne Hemas tafilê bersiva peymana agirbestê bide

PeyamaKurd - Rayedarekî Misrî ji ABC Newsê re ragihand ku ew li bendê ne Hemas, tafilê bersivê bide peymana ku ji bo agirbesta bi Îsraîlê re jê re hatiye pêşniyarkirin.

Li gorî ABC Newsê, rayedarê Misrî her wiha diyar kiriye ku di gotûbêjên ji bo pêkanîna agirbestê û pevguhertina dîl û girtiyan a di navbera Hemas û Îsraîlê de atmosfereke erênî pêk hatiye.

Rayedarê Misirê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:

“Ji bo çareserkirina hin pirsgirêkên sereke, bi hemû aliyan re danûstandin didomin.”

Yûsif Hemdan ku yek ji rêberên Tevgera Hemasê ye, duh danê sibê di daxuyaniyekê de got, pêşniyara dawî ya Îsraîlê ya ji bo agirbest û pevguhertina dîl û girtiyan, nêzîkî helwest û şertên Hemasê ye, lê belê dîsa jî di nav hin xalên pêşniyarê de hin kemîn hene ku dikarin li Xezeyê bibin sedemên teqînan.

Ji aliyê din ve, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku ew ê agirbesta ku ji aliyê Misirê ve hatiye pêşniyazkirin ji bo pêkanîna plana hêrişa bejayî ya li ser Refahê wek asteng nebînin û ew ê plana xwe bi rêve bibin.

Netanyahu ku ragihandibû ku ew ê li hember zext û gefên wezîrên rastgir ên tund ên hikûmeta wî serî netewînin û bi peymana agirbestê yan jî bêyî agirbestê hêrişa bejayî ya li ser Refahê pêk bînin.

Netanyahu di hevdîtina bi malbatên leşkerên Îsraîlî yên ku li Xezzeyê hatine kuştin û leşkerên ku ji aliyê Hamasê ve dîl hatine girtin de diyar kir ku di meşandina şer de ti guhertin çênebûne û got, “Biryara ku me piştî 7ê Cotmehê da berdewam e û ti guhertin tune ye.”

Netanyahu got: “Em ê meydanê radestî Hemasê nekin û bikevin Refahê. Bi lihevkirin an bêyî lihevkirinê em ê bikevin Refahê û tugayên Hamasê yên li wir ji holê rakin.”