PeyamaKurd – Rayedarekî Amerîkî ragihand, Îranê ji bo îmzekirina rêkeftineke nû helwesta xwe guhert.
Li gor rayedarekî Amerîkî ji kanala Cizîre da zanîn, Îran gelek dixwaze li gel welatên Rojavayî derbarê bernameya atomî ya Îranê û sistkirina dorpêçên ser Îranê de bigihêje rêkeftineke nû.
Rayedarê Amerîkî yê navê xwe eşkere nekiriye got, Îran ji bo ku li gel welatên Rojavayê bigihêje rêkeftinê, helwesta xwe guhertiye û gelek tawîzên mezin di mijarên hesas de daye.
Herwiha heman rayedarî destnîşan kir, eger di navbera Îran û Rojava de rêkeftineke nû were îmzekirin jî, wê dîsa astengiyên berdem bernameya atomiya Îranê heta sala 2031an berdewam bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin