Rayedarên Rusya û Amerîkayê, îro li Stenbolê dicivin

Rayedarên Rusya û Amerîkayê, îro li Stenbolê dicivin

PeyamaKurd- Li gorî nûçeya ku ji aliyê Reutersê ve hat ragihandin, îro nûnerên Amerîka û Rusyayê, li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê dicivin.

Di agahiyên hatin parvekirin de hat hat destnîşankirn ku beriya niha Serokê Serwîsa Îstîxbarata Rus û Serokê CIAyê li Enqereyê civiyabûn û îro jî dê nûnerên Amerîka û Rusyayê, li Stenbolê bicivin.

Li gorî hat ragihandin, tê payîn ku di hevdîtinê de li ser şerê Rusya û Ukraynayê û rojevên din ên şer werin nirxandin.

Beriya niha jî ji aliyê Rusyayê ve hatibû ragihandin ku wan hevdîtinên xwe yên li ser Îstiqrara Stratejîk û Peymana Nû ya Kêmkirina Çekên Stratejîk (New START) hatine rawestandin lê belê nehatine bidawîkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin