Biden bo firtûne û sewata daristanan 1 mîlyar dolar veqetand

Biden bo firtûne û sewata daristanan 1 mîlyar dolar veqetand

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden bi sedema demsala bobelatan û şewata daristanan nêz dibe, bo Ajansa Federal ya Rewşa Lezgîn û Rêvebiriyê 1 mîlyar dolar veqetand. Biden li ser rewşê li Washingtonê ji ajansê brîfîngekî sitend û ragihand ku dê çi ji destê wan were temamê derfetên xwe seferber bikin. Biden weha got:

“Niha wext hatiye ku em li Amerîkayê bo bobelatên herî zêde xwe amade bikin. Li başûr û rojhilatê welatê me wexta firtûneyan û şewata daristanan hatiye. Em ê bo temamê ajansan çi pêdiviya wan hebe bidin û fona bo ajansê (FEMA) derxin 1 mîlyar dolarî. Wê bobelat û şewat ji yên her salî zêdetir bibin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin