PeyamaKurd – Hikûmeta Norwecê siyasetmedareke Kurd, ku daxwaza mafên penaberiyê ji wî welatî kiribû, teslîmî Tirkiyê kir.
Li gor agahiyên di dest de, hikûmeta Norwecê îro (4 vê mehê) siyasetmedara Kurd ya bi navê Gulîzar Taşdemîr ku gelekî nexweş e, teslîmî Tirkiyê kir.
Ew siyasetmedara Kurd bi firokeyeke serbazî teslîmî Tirkiyê hatiye kirin.
Gulîzar Taşdemîr sala 2015 çûbû Norwecê û daxwaza mafê penaberiyê kiribû lê daxwaza wê hatibû redkirin. Paşê Gulîzar çûbû Almanya lê hikûmeta Almanya ew dîsa teslîmî hikûmeta Norwecê kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin