Rejîma Sûriyeyê hêz û çekên giran arasteyî bajarê Durziyan Siwêdayê dike

Rejîma Sûriyeyê hêz û çekên giran arasteyî bajarê Durziyan Siwêdayê dike

PeyamaKurd -  Hate ragihandin ku artêşa rejima Sûriyeyê gelek hêz û çekên giran dişîne parêzgeha Siwêdayê.

Li gorî ajansên herêmî yê Sûriyeyê, hêzên artêşa Sûriyeyê ji sê rojan ve gelek hêzên leşkerî û gelek çêkên giran dişîne Siwêdayê.

Li gorî agahiyan, ew hêz bi tank û topên giran li frokexaneyên leşkerî û navendên dezgeha sîxuriyê ya Sûriyeyê (EL Muhaberat) tên bicihkirin.

Li Siwêdayê ji Tebaxa 2023yan ve li dijî Hikûmeta Sûriyeyê xwepêşandan pêk tên û şandina çekên giran bûye sedema metirsîdariya şêniyên Siwêdayê.

Parêzgeha Siwêdayê, li başûrê Sûriyeyê, li ser sînorê Urdinê ye û piraniya şêniyên wê Durzî ne.