PeyamaKurd-Li Bernameya Piştgiriya Jinan a KADESê ya li Tirkiyeyê tê rêvebirin; Zimanê Kurdî jî tê barkirn. Hat ragihandin ku li bernameya heta îro bi 6 zimanan xizmeta jinan dikir, dê 5 zimanên din jî bên barkirin. Hat eşkerekirin ku ji bo xizmeteke zêdetir, di nav van zimanan de dê Zimanê Kurdî jî were bicihkirin.
Rêvebirên Bernameya KADESê ya di bin banê Wezareta Karên Naxwe ya Tirkiyeyê de xizmeta jinên xwedî pirsgirêk dike, ji bo alîkariyên xwe zêdetir bikin, 5 zimanên nû li qada xizmetê bar dikin. Ji aliyê rêvebirên KADESê ve hat ragihandin ku dê di nav van 5 zimanên nû de Zimanê Kurdî jî hebe da ku çarçoveya alîkariya ji bo jinên mexdûr, dorfirehtir bibe.
Ji aliyê rêvebirên KADESê ve hat ragihand ku di dema avakirina vê bernameyê de bi Zimanê Tirkî, Îngilizî, Fransizî, Rûsî, Erebî û Farisî xizmet dihatin dayîn lê belê ji bo ku ev xizmet bi 11 zimanan bidomin, dê Zimanê Kurdî, Almanî, Îspanyolî, Ozbekî û Kirgizî jî li bernameyê bên barkirin.
KADES, ji aliyê Gerînendehiya Giştî ya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê ve di sala 2018an de wekî Bernameya Piştgiriya Jinan a Lezgîn hat pergalkirin û ev bername ji aliyê 1,5 milyon jinan ve hatiye daxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin