Ji Amerîka hisyariya Idlibê: Heger îspat bibe dê bersiveke tund bê dayîn

Ji Amerîka hisyariya Idlibê: Heger îspat bibe dê bersiveke tund bê dayîn

PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus ragihand, nîşaneyên ku rêjîma Sûriyê li herêma Idlibê li dijî dijberên xwe çekên kîmyayî bikar aniye hene.

Morgan Ortagus di civîna rojnamevanî got, rêjîma Sûriyê roja 19ê vê mehê li herêma Idlib ya Sûriyê li dijî dijberên xwe çekên kîmyayî bikar aniye.

Ortagus da xuyakirin, ew niha mijûlî lêkolînê ne li ser wê mijarê û diyar kir, “Heger îspat bibe ku rêjîma Sûriyê çekên kîmyayî bikar aniye, dê Amerîka û hevpeymanên xwe bersiveke tund bidin rêjîmê.”

Amerîkayê Nîsana 2017 û Nîsana 2018an jî rêjîma Sûriyê bi bikaranîna çekên kîmyayî tohmetbar  kiribû û bi moşekên Tomhawk li çend navendên leşkerî yên rejîmê xistibû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin