PeyamaKurd - Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî bi bilindbûna asta rakêşiya navbera wan û Amerîkayê re ji nû ve behsa danûstandinan ligel Amerîkayê kir û got, ew amade ne danûstandinê bi Amerîkayê re bikin, lê ev nayê wateya serî li hember zextên Amerîkayê deynin.
Rûhanî îro ragihand ku ew amade ne bi Amerîkayê re derbarê bernameya nuklerî de danûstandinan bikin û teqez kir ku ev nayê wateya ew ê serî ji zextên Amerîkî re deynin.
Li gorî medya Îranê Rûhanî wiha axivî: "Me derfeta danûstandinan winda nekiriye û em ê winda nekin. Lê belê divê ev yek bi awayekî qanûnî û adil ku rûmeta me li erdê nexe pêk were."
Berî çend rojan Pasdarên Îranê tankêreke Brîtanî li Geliyê Hurmuzê girtibûn û îro ofîsa rêberê bilind ê olî yê Îranê ragihand ku London navbeynkarek ji bo serbesberdana tankêra xwe ji wan re şandiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin