PeyamaKurd- Îro wezîrê karên derve yê Iraqê Dr. Fûad Huseyin bi seredanekî fermî çû Tehranê û bi serokkomar Hesen Rûhanî re hevdîtinekî kir. Di hevdîtina bi Rûhanî re, Rûhanî li ser têkiliyên Tehran û Bexdayê Rûhanî weha got:
“Em ne li pêşiyê ne ku destê xwe bixin nav karê Iraqê û destê xwe bixin nav têkiliyên grûbên li Iraqê. Lê hebûna hêzên Amerîkayê li herêmê zerarê dide asayiş û îstîqrara herêmê.”
Rûhanî bo Fûad Huseyin got ku ew Iraqê weka dostekî dibînin û di hinek şertan de bo destekê ew bo wan amade bûne. Rûhanî weha dewam kir:
“Mînaka vêya ya herî baş di dema DEAŞ êrîşê Iraqê kir, alîkariya ku me daye Iraqê ye. Nêrîna me ya esasî bo Iraqê ew e ku têkiliyên navbera Şîa, Sunne û Kurdan baş be û em ti carê ne li pêşiya desttêwerdana karên hundir yê Iraqêne û mudaxele bi têkiliyên navbera grûban de ne.”
Serokkomarê Îranê Rûhanî mijarê her anî ser hebûna hêzên Amerîkayê li herêmê û weha dewam kir:
“Bo ewlekariya Iraqê û pêşdebirina wê, me daîma xwestiye ku di navbera Iraqiyan de têkiliyên baş hebin. Hêzên Amerîkayê yên çekdar zerarê dide Afxanistanê, Iraqê û Kendava Besrayê. Bo Amerîkayê ji herêmê derxin, hewldan ne tenê karê me ye lê karê temamê welatên ku Amerîka lê heye. Divê peymanên navbera me û Iraqê yekser bikevin tevgerê.”
Wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Huseyin jî behs kir ku divê peymanên navbera her dû dewletan bikevin rê û di nav hedefa Iraqê de ye ku têkiliyên bazirganî bi Tehranê re zêdetir bibin.
Dr. Fûad Huseyin di nava rojê de, bi wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zarîf re hevdîtin kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin