PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, ku kiryarên Amerîkayê sedemên sereke yên kêşayê li Sûriyê ne û DAIŞ bi hevkariya Washingtonê kiryarên xwe yên wêrankarî didomîne.
Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê General Igor Konashenkov diyar kir: Rewşa li navçeyên di bin kontrola Amerîkayê bi taybet li bajarê Reqayê ber bi xirabûnê ve diçe.
General Igor Konashenkov destnîşan kir, ku DAIŞ bi hevkariya Amerîkayê kiryarên xwe yên wêran û xirabkarane berdewam dike.
Konashenkov îdîa kir, ku ji ber bêkêrî û ecemîtiya Amerîka û HSDê tekoşîna li dij DAIŞê bibandor nayê meşandin. Herwiha: “DAIŞê ji van bêkêrî û ecemîtiyan îstifade kir, deverên berê ku hatibûn azadkirin karî cardin bidestbixe.Milîtanan li Hacîn, Sûsa, Safana, Maraşda û Baxûz Fokanî rewşa xwe durist kirine û bicihbûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin