Rûsya êrîsê bingeha rayên trênê kir: 5 kustî û 18 birîndar

Rûsya êrîsê bingeha rayên trênê kir: 5 kustî û 18 birîndar

PeyamaKurd – Êrîşên Rûsyayê yên ser Ûkraynayê dewam dikin. Di wexta ku Ûkrayna rayên xwe yên trênê lihev rast dikir, hêzên Rûsyayê êrîş biribûn ser istasyonên trênê. Îstasyonên navborî yên li orta û rojavayê Ûkraynayê ne û Rûsya bi tevayî êrîş biribû ser 5 îstasyonan.

Li gor ragihandina serdozgeriya Ûkraynayê; artêşa Rûsyayê îro li herêma Vinnytsiayê êrîş bir ser xebatkarên îstasyonê û di encamê de 5 kes mirin û 18 kes birîndar bûn. Serdozgeriya Ûkraynayê bûyerê weha ragihand:

“Agahiyên serî nîşan didin ku 5 kes mirine û 18 kes birîndarin. Operasyonên rizgarkirinê dewam dikin. Li ciyê bûyerê mufettîş, dozger û xebatkarên dinan dixebitin. Artêşa Rûsyayê ji bo xizmetên bingehîn yên trênê yên nêzî bajarokên Zhmerynka û Kozyatynê ji nav bibin, bi roketan lê xistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin