Rûsya û NATO beramberî hev in

Rûsya û NATO beramberî hev in

 PeyamaKurd - Gotebêjê Kremlînê Dmitriy Peskov, ragihand ku ew tetbîqatên NATOyê ji nêzîk ve dişopînin û tevdîrên pêwîst werdigirin.

 Peskov der heqê tetbîqata NATOyê ya digel welatên Baltiqê de cewaba rojnamevanan da.

 Gotebêjê Kremlînê got ew tetbîqata NATOyê ji nêzîk ve taqîb dikin û wiha axivî:

"Helbet li hemberî van manevrayan ji bo ewlehiya welatê xwe emê hemû tevdîran bistînin."

 Tetbîqata ku Polonya, Litvanya, Letonya û Estonyayê jî di nav xwe de digire û ji 20 welaltan û 18 hezar eskeran pêk tê, ji bo parastina sînorê NATOyê yê rojhilat tê kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin