PeyamaKurd-Artêşa Rûs êrîşî îstasyona trênê ya Ukraynayê kir, ji 39î zêdetir kuştî û ji 100î zêdetir birîndar hene. Zelenskiy ragihand ku Rûsan bi Moşeka Toçka-U êrîşî sivîlan kiriye.
Êrîş li îstasyona trênê ya Kramatorskê ya li rojhilatê Ukraynayê çêbûye û li gorî daxuyaniya yekemîn a Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Zelenskiy; li wê îstasyonê bi hezaran sivîl li benda neqilkirinê bûne û rastî êrîşê hatine. Zelenskiy got; “Rûs rêbazên xwe naterikînin. Ji ber ku hêza wan têrî me nake, êrîşî sivîlan dikin.”
Zelenskiy hişyarî da û got ku heger pêşî li vê xirabiya bêsînor neyê girtin, dê ew tu carî ranewestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin