PeyamaKurd- Li herêma Kurdistanê demekiye ku maaşên memûrên Kurdistanê nayê dayîn lê hat ragihandin ku wê dest bi dayîna maaşan bikin. Mijar, di civîna hukumeta herêma Kurdistanê de hat axaftin. Hukumeta Kurdistanê ragihand ku dê bi derfetên xwe maaşan bidin û li ser qanûna reformên dawiyê ku hatiye biryardan rawestiyan.
Wextê ku heya niha dabûn kes û şîrketên Kurdistanê ku deyndarên dewletê bûn, ew wext qediyaye û wê dest bi civandina deynên xwe xwe bikin.
Hukumet her weha li ser rewşa du rêvebiriyan rawestiya û bi yek fikir ragihandin ku wê li hemberê du rêvebiriyan rawestin û yekîtiya xwe biparêzin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin