PeyamaKurd - Şaredarê berê yê Mêrdînê û parlamentarê berê yê HDPê Ahmet Turk li ser hevdîtina xwe ya bi Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û çend babetên din axivî.
Turk di bernameya RS FMê de li ser hevdîtina çend roj berê ya bi Kemal Kiliçdaroglu re got, bi navbeynkariya parlamentarekî berê yê CHPê em li taştê hatin ba hev, “Li ser navê saziyekê beşdar nebûm.”
Turk da zanîn ku ew ne li ser navê HDPê bi awayekî şexsî beşdarî hevdîtinê bûye û beriya hevdîtinê jî bi rêya telefonê hewl daye xwe bigihîne Hevseroka HDPê Pervîn Buldan û got, “Piştî hevdîtinê min agahiyên derbarê hevdîtina Kiliçdaroglu de, bi Pervîn Buldan re parve kirin.”
Ahmet Turk li ser tifaqên hilbijartinên herêmî diyar kir, “Bi nêrîna min tiştekî wiha serkeftî nabe. Yên guherînê dixwazin û ji polîtîkayên desthilatdariyê nerazî ne, dikarin li dor namzedên demokrasiyê bingeh digirin bicivin. Dibe ku tifaqeke fermî nebe, lê li gelek dever û bajaran ger hêzeke guhertina rêveberiyê hebe, bikaranîna rast a wê hêzê ye.”
Turk herwiha got ku Kiliçdaroglu li dijî gotinên wî derneketiye û bawer dike gotinên wî bandorê bikin.
Ahmet Turk di hevpeyvînê de li ser îhtimala pêvajoyeke nû ya çareseriyê jî wiha axivî: “Ez zêde ne bi hêvî me ku pêvajoyeke nû ya çareseriyê çêbe. Lê dahatûyê neçariyeke ku pêvajoya aştiyê were rojevê.”
Turk da zanîn ku demokratîkbûn dê bi bêdengkirina çekan pêk were û got, “Pêvajoya çareseriyê ya 2015an birêz Erdogan bidawî kir. Lê ger ez bûma, min ê sebir bikira. Nedibûm ew kesê pêvajo bidawî kiriye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin