Tirkiye ji do sev de navçeyên sînorî yên Kurdistanê bombebaran dike

Tirkiye ji do sev de navçeyên sînorî yên Kurdistanê bombebaran dike

PeyamaKurd Balafirên şer ên Tirkiyê ji do şev de navçeyên sînorî yên parêzgeha Duhokê û bi taybetî zinara çiyayê Kêste, bi dijwarî bombebaran dikin û rûbereke mezin ji daristanên wê navçeyê di encama bombebaranê de şewitî.

Li gor çavkaniyên xwecîhî, balafirên artêşa Tirkiyê bi tundî sînorê gundên Binê Zinarê, Hevşê Korê, Geliyê Zubeyrî, Çelka Krîstiyanan û pişta vî gundî li nêzîk Dêrê, Kêste, Hirûr û Mila Sorê û Navdarka bombebaran kirin.

Ji destpêka operasyona nû ya Tirkiyê ve ya di nav axa Başûrê Kurdistanê de, ew dijwartirîn bombebarana navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve ye.

Herwiha li gor zanyariyan, ji êvara roja Çarşemê 9ê Hezîranê ve bombebarana wan navçeyan bi rêya helîkopteran û balafirên F-16 destpê kir û heta sibeha îro Pêncşemê 10 Hezîranê berdewam bû. Di encama bombebaranê de, agirekî mezin bi daristanên wan gundan ketiye û rûbereke mezin ji daristanên navçeyê şewitiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin