PeyamaKurd - Tendirustiya Kurdistanê ragihand ku di 24 saetên dawiyê de li Herêma Kurdistanê tu haleteke tûşbûnê ya koronayê nehatiye tomarkirin.
Tendirustiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe destnîşan kir ku di 24 saetên dawiyê de hezar û 157 tes hatine kirin û tu haletên tûşbûnê nehatin tomarkirin. Wezaret dibêje heta niha bo 58 hezar û 563 kesan test û pişkinin hatine kirin.
Wezareta Tendirustiyê dide xuyakirin ku heta niha bo 10 hezar û 908 kesên ku ji derve hatine test hatine kirin û ji wan 112 kes li 32 cihên cuda hatine karantînakirin.
Li gorî daneyên dawiyê, heta niha 397 kes bi koronayê ketine 377 kes baş bûne û 5 kesan jî can daye.
Her wiha 5 kes jî hîn li nexweşxaneyê têne razandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin