PeyamaKurd- Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim “Biryara di Hukmê Qanûnê de (KHK)” eşkere kir. Di rewşa awarte de bi hijmara 701ê KHK hate qebûlkirin û di rojnameya fermî de jî hate weşandin.
Bi KHKya dawî 18 hezar û 632 kes ji wezîfê hatin dûrxistin. Ji Artêşa Tirkiyê 324, ji Revebiriya Giştî ya Ewlehiyê hezar û 167 û ji Fermandariya Giştî ya Jendermeyan jî 35 kesan rutbeyên xwe winda kirin.
Li gorî KHKyê, ji xeynî vê jî ti teblîxatên dî li kesî nayên kirin. Kesên ku ji wezîfê hatin derxistin, bêyî biryara cezayekî jî, wê memûriyet û rutbeyên xwe winda bikin. Ev kes careke dî wê nikaribin werin di heman saziyê de bixebitin. Careke dî wê nikaribin di saziyên dewletê de karekî bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin