Saet ber bi krîzê ve diçe: Iraq heta şemiyê divê serokwezîrê xwe bibîne

Saet ber bi krîzê ve diçe: Iraq heta şemiyê divê serokwezîrê xwe bibîne

PeyamaKurd - Civîna Çarçoveya Hevahengiyê ya ji bo diyarkirina berbijêrê nû yê serokwezîrtiya Iraqê, ji ber kûrbûna nakokiyên navxweyî careke din hat paşxistin. Endamê Koalîsyona Dewleta Yasa Selah Buşî ji Rûdawê re ragihand ku ji ber nebûna lihevkirinê li ser navên heyî, civîna biryardar ji bo roja duşemê hat paşxistin.

 Buşî hişyarî da ku eger lîderên şîe li ser du berbijêrên sereke (Basim Bedrî û Îhsan Ewadrî) negihîjin encamê, ji bo rêgirtina li perçebûna blokê dibe ku "navekî sêyem" ê li pişt perdeyê were pêşniyarkirin. Ev krîza kûr nîşan dide ku mekanîzmaya biryardanê di navbera lîderan û parlamenteran de xitimiye û metirsiya lawazbûna desthilata lîderên siyasî li ser parlamentoyê zêde bûye.

Li gorî Destûra Iraqê, dema qanûnî ya ji bo pêşkêşkirina berbijêrê serokwezîrtiyê roja şemiyê (25ê Nîsana 2026ê) bi dawî dibe. Tevî ku aliyên wekî Koalîsyona Avadanî û Geşepêdanê û Tevgera Hîkmetê hêviya xwe bi civîna roja duşemê tînin, lê derbasbûna ji dema destûrî dikare welat ber bi krîzeke nû ya qanûnî ve bibe.

 Niha Çarçoveya Hevahengiyê di navbera du rêyan de maye: An dê lîder bi piraniya "du li ser sêyan" biryarê bidin, an jî dê topê biavêjin qada 164 parlamenteran ku ev yek jî wekî riskekî mezin ji bo hevsengiya hêzê ya lîderên şîe tê dîtin.