Sam: Tirkiye li Idlibê bi hawara teroristên el Nusrayê ve tê

Sam: Tirkiye li Idlibê bi hawara teroristên el Nusrayê ve tê

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand, bo piştevanîkirina terorîstan otombîlên leşkerî yên Tirkiyê sînor derbas kirin û berê xwe dan bajarokê Xan Şêxon li parêzgeha Idlibê.

Çavkaniyeke fermî ji Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand, otombîlên leşkerî yên Tirkî ku cebilxane hilgirtibûn bo bi hawara teroristên Cebhet El Nusrayê ve bên, sînor derbas kirin û berê xwe dan Xan Şêxonê.

Wê çavkaniyê teqez kir, ev gava Tirkiyê diyar dike, ku Tirkiye bêsînor piştevaniya komên terorîst dike.

Herwiha got: Sûriye bi tundî vê destêwerdana Tirkiyê şermezar dike û ev binpêkirina yekrêziya xak û serweriya Sûriyê ye û binpêkirina yasayên navdewletî ye.

Tekez kir jî, ev riftara dijminane ya Tirkiyê bandorê li operasyonên wan ên li dijî terorîstan nake û ew di şerê li dijî terorîstan de berdewam in.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin