PeyamaKurd – Ajansa France Pressê bi zimanê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê par ve kiriye, şanda diplomatkarên Amerîkayê ji bo civîn û danûstandinên bi desthilatdarên nû yên Sûriyeyê re gihişt Şamê.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand, “Ew şand bi serkirdeyê Tehrîr Şamê re dicive, tevî ku ji aliyê Washingntonê ve wekî rêkxistineke teroristî hatiye naskirin. Tewerê serekî yê danûstandinan jî dê çawaniya piştevaniya Amerîkayê ji bo Sûriyeya nû be.”
Şanda Amerîkayê ji Nûnera Bilind a Wezareta Derve ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn Barbara Leaf, dîplomatkarê mezin ê Amerîkayê li welatên erebî ku ji dozên girêdayî Sûriyê re berpirs e Daniel Rubinstein û Berpirsê Revandiyên Amerîkayê Roger Carstens, ku li pey delîlan girêdayî Amerîkayîyên winda digere, yek ji wan jî rojnamevan Austin Tice e, ku ji meha Tebaxa 2012yan ve çarenivîsa wî li Sûriyê nediyar e.
Ji bilî danûstandinên bi berpirsên niha yên Şamê re, herweha wê şandê plan heye ku bi xelkê Sûriyê re jî biaxive, li ser nerîna wan ji bo paşeroja welatê wan û ka Amerîka çawa dikare alîkariya wan bike.
Piştî 13 salan, ev serdana yekê ya şanda diplomatkarên Amerîkayê ji bo Şamê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin