Sarkîsyan: “Roja 24ê Nîsanê divê bê alozî derbas bibe”

Sarkîsyan: “Roja 24ê Nîsanê divê bê alozî derbas bibe”

PeyamaKurd - Serokwezîrê berê yê Ermenistanê Serj Sarkisyan derbarê ahengên roja 24ê Nîsanê yên bîranîna qirkirinan ermenan diyar kir ku divê ti lekeyek li wê rojê nekeve.

Sarkisyan piştî îstifaya xwe ya ji serokwezîrtiyê hevdîtin bi Cîgirê Serokwezîr Karen Karapetyan, Serokê Ermenistanê Armen Sarkisyan û Rêberê Rûhanî yên Ermenên Cîhanê Karekînê Diduyan re pêk anîn.

Sarkisyan li ser bîranînên qira Ermenan ku wek bûyerên 1915an ên dawiya heyama Osmaniyan têne pênasekirin got, "Ez difikirim ku divê her ermenek ne îro ne jî sibe di salvegerên 24ê Nîsanê de, ji bo ti lekeyek li ser bîranînê çênebe çi ji dest bê bike. Em dê di vê tarîxê de ji bo bîranîna hemwelatiyên xwe yên ezîz û qurbaniyan her tiştî bikin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin