Şer belav dibe: Ukraynayê li Xezerê li keştiya Îranê xist

Şer belav dibe: Ukraynayê li Xezerê li keştiya Îranê xist

PeyamaKurd - Deryaya Xezerê bû qada aloziyeke nû ya leşkerî piştî ku hêzên Ukraynayê keştîyeke bazirganiyê ya Îranê ya ku tê îdîakirin barên leşkerî ji bo Rûsyayê re vediguhest, kir armanc.

Wezareta Derve ya Îranê ragihand ku di encama vê êrîşê de deryavanekî Îranî jiyana xwe ji dest daye û deryavanek jî birîndar bûye.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky berpirsyariya van êrîşên li ser keştiyên Rûsya û Îranê li ser xwe girt.

Rêveberiya Tehranê ev gav bi tundî şermezar kir û Ukrayna bi binpêkirina rêgezên hiqûqa navneteweyî tawanbar kir.

Îranê ev çalakiya Ukraynayê wekî hewldaneke ji bo berfirehkirina şer û çêkirina nearamiyê pênase kir û destnîşan kir ku hemû berpirsyariya encamên vê tevgerê dikeve ser milê rêveberiya Kîevê û piştgirên wê.