PeyamaKurd – Sernivîsarê rojnameya Sabahê ku nêzîkî deshilatdariya AKPê ye, Mehmet Barlas di hevpeyvînekê anî ziman ku cihê hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ne girtîgeh e û got, “Xwezî Demirtaş li derve bûya”.
‘EV DER ROJHILATA NAVÎN E, TIŞTÊN WISA DIBIN’
Barlas derbarê pirsa li ser girtina siyasetmedar Demirtaş de wiha axivî:
“Xwezî Demirtaş ne di girtîgehê de bûya. Lê belê ev der Rojhilata Navîn e tiştên wisa dibin. Haya we ji cografyaya ku hûn lê dijîn nîne. Dema em li axaftinên Demirtaş dinêrin, yekser siyasetmedarekî êrîşî îdeolojiya fermî ya Tirkiyê dike ye. Sizayê wê jî ev e. Li vî welatî di nîveka qirna 20an de serokwezîr hatiye îdamkirin. Ma hêj çi bibe?”
‘ERDOGAN JI ATATURK BIHÊZTIR E’
Mehmet Barlas li ser deshilatdariya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî got, “Erdogan yek zilam e. Jê bihêztir kesek nîne. Hem serokomar e hem jî serokê partiyê ye. Serê her tiştî ew e…Ji Ataturk bihêztir e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin