Serokê Filîstînê amadebûna xwe bo gotûbêjin bi Îsraîlê re ragihand

Serokê Filîstînê amadebûna xwe bo gotûbêjin bi Îsraîlê re ragihand

PeyamaKurd – Serokê Filîstînê Mehmûd Ebas ragihand ku ew amade ne di bin çavdêriya komîsyona çarqolî û zemîna meşrû ya navdewletî de, bi Îsraîlê re dest bi gotûbêjên çareseriyê bikin.

Li gorî ajansa fermî ya Filîstînê WAFAyê Mehmûd Ebas û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel bi pêwendiyeke telefonî, li ser plana tevlîkirinê erdên Filîstînê bi ser Îsraîlê ve û geşedanên dawî yên siyasî axivîn.

Hat ragihandin ku Mehmûd Ebas amadebûna xwe bo gotûbêjên ligel Îsraîlê aniye ziman û xwestiye, di çarçoveyeke meşrû û di bin çavdêriya komîsyona çarqolî de pêk werin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin