Serokê Ukraynayê biryara NATOyê sermezar kir

Serokê Ukraynayê biryara NATOyê sermezar kir

PeyamaKurd Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky, biryara NATOyê ya redkirina pêkanîna herêmeke dijefirînê li ser Ukraynayê şermezar kir û da zanîn: “Rêberên NATOyê bi redkirina pêkanîna herêma dijefirînê, çira kesk dan ku bajar û gundên Ukraynayê zêdetir bên bombebarankirin.”

Zelensky li ser facobookê diyar kir: “Welatên NATOyê vegotinek çêkir ku girtina asmanê Ukraynayê bibe sedema şerê Rûsya li dijî hevalbendiyê (NATO).”

Serokê Ukraynayê eşkere kir: “Rêberên NATOyê bi redkirina pêkanîna herêma dijefirînê, çira kesk dan ku bajar û gundên Ukraynayê zêdetir bên bombebarankirin.”

Zelenskî lûtkeya NATOyê ya ku roja Înê hatiye lidarxistin û biryara redkirina pêkanîna herêma dijefirînê li ser Ukraynayê, wek "civîneke lawaz û tevlihev” bi nav kir.

Herwiha di berdewamiyê de Zelensky spasiya welatên NATOyê yên ku piştgirî dan Ukraynayê kir û got: “Ez ji dostên welatê me re jî spasdar im. Gelek welatên ku di NATOyê de ne dostên me ne û tevî wan biryaran jî, alîkariya me dikin."

Serokomarê Ukraynayê da zanîn, ew piştrast e ku welatê wî wê bi ser bikeve û got: "Ji roja yekem a dagirkeriyê ve, ez bi serketinê piştrast im, em ê şer bikin, em ê welatê xwe biparêzin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin