Serokomarê Îranê Pezeşkiyan serdana Rûsyayê dike

Serokomarê Îranê Pezeşkiyan serdana Rûsyayê dike

PeyamaKurd - Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ji bo beşdarbûna di lûtkeya hinardekirina gazê de berê xwe da Rûsyayê.

Hate ragihandin ku Pezeşkiyan dê îro bighijê Moskowê û roja sêşemê di lûtkeyê de axaftinekê bike.

Di çarçoveya vê serdana rojane de, tê payîn ku serokomarê Îranê ligel serokên welatên din ên ku beşdarî lûtkeyê dibin re jî bicive.