Serokwezîrê Almanya Scholz: “Tirkiye hevkarekî me yê girîng yê stratejîk e.”

Serokwezîrê Almanya Scholz: “Tirkiye hevkarekî me yê girîng yê stratejîk e.”

PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz li payîtexta Belçîkayê li Brukselê di zîrwa lêderên welatên endamên Ewrûpa an jî serokwezîrên dewletan de, piştî civîn qediya derket ber çapemeniyê û got ku li ser hewlên Almanya, di zîrwê de li ser têkiliyên bi Tirkiyê re axifîne.

Scholz, got ku di zîrwê de ji bo bi Tirkiyê re têkiliyên xwe pêş bixin bi hûrayî axifîne û dewam kir:

“Tirkiye her wext ne hêsane lê teqez hevparekî girîng yê stratejîk e. Ev, ji bo gelek mijarên ku divê em li ser wan rawestin pêwiste. Ji ber wê, ji bo rojên pêş pêdiviya me bi perspektîfê heye. Hevkariyeka baş ji bo berjewendiyên her dû terefaye. Weke di pêşdebirina yekîtiya gumrikê û nûjenkirina wê û mijara koçberan hevkarî pêwiste.”

Me ji bo van mijaran û hêsankirina vîzeyan ji bo Tirkiyê erka xwe da komîsyonê da muzakereyan bimeşînin û ev gelek girînge.

Her weha di mijara Kibrisê de ji bo pêşdeçûn çêbibe divê hewl destpêbikin em dixebitin. Di bin serpereştiya NY de hewl destpêbikin û ji nûh de muzakereyan geş bikin, li serê bi hûrayî em axifîne û di mijarê de divê pêşdeçûn bibin.”

Scholz, li ser mijara Xezzayê got ku divê li Xezzayê asta gengeşeyan daxînin û êrîşa Îranê ya ser Îsraîlê şermezar kir.

Mijareka dinê jî ya Ûkraynayê bû ku divê desteka YEyê ji bo Ûkraynayê bi xwurtî bi Amerîkayê û NATO re dewam bike.