PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Naftalî Bennett di civîna heftane ya kabîneya xwe de, bal kişand ser krîza aborî ya Lubnanê ku hatiye asta hilweşîna welat û got, berpirsê wê Îran e û her devere dikeviyê bedelê giran bi hemwelatiyên wê dide dayîn.
Bennett da zanîn ku Îsraîlê vê rewşa xirab a Lubnanê ji nêzîk ve dişopîne û wê bi berdewamî di rewşa amadebaşiyê de be.
Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku heta niha bi nirxa milyon şekel (diravê Îsraîlê) hewldanên qaçaxçîtiya çekan bo Lubnanê hatine têkdan û 43 kes li gundê Gacar ê sînorê Lubnanê hatine desteserkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin