PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana xwe ya di 10ê Îlonê de li Herêma Kurdistanê ji Hewlêrê destpê kiribû, bi dawî kir.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji çapemeniyê re diyar kir, serdana wî ji bo rêkeftin û hemahengiya navbera Hikûmeta Federalî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, serkeftî bû.
Di civîna aliyên siyasî ya li Silêmaniyê de Mistefa Kazimî destnîşan kir: ‘‘Iraq îro li hember derfeteke dîrokî ye ji bo derbasbûna ji temamê kêşeyên berê, pêwîstiya vê rewşê jî bi rêkeftinê heye, ji bo avakirina sîstemeke îdarî bi şêwazeke baştir.’’
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî roja pêncşemê 10ê Îlona 2020an serdana Hewlêrê kir û li wê derê li gel Serok Barzanî hevdîtinek pêk anî û pişt re li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya.
Mistefa Kazimî di heman rojê de serdana Duhok û deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl kir.
Kazimî roja înê 11ê Îlona 2020an serê sibehê li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya û pişt re serdana Silêmaniyê û Helebceyê kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin