PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî ku navbeynkariya danûstandinên ENKS û PYD/PYNK dikir, li ser lihevkirina herdu aliyan spasiya aliyan kir.
Mezlûm Ebdî piştî daxuyaniya hevbeş ji ber keda wî ya mezin spasiya Nûnerê Taybet ê Amerîkayê William Reoback kir û wiha got:
“Em bawerim wê bi yekrêziya ku îro me li vê derê gaveke mezin avêt, bibe bingeheke xurt ji bo avakirina yekîtiya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê. Yekîtiya Kurdan li Rojava wê bibe bingeha yekîtiya hemû pêkhatiyên gelê Sûriyê.”
William Reoback ku serpereştiya danûstandinên herdu aliyan dikir jî spasiya hemû aliyên beşdar û yên ji bo rêkeftinê bûne alîkar kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin