Zebarî: Ji ber ku DAIS dîsa çalak bûye, hevpeymanîyê bombebaran zêde kirine

Zebarî: Ji ber ku DAIS dîsa çalak bûye, hevpeymanîyê bombebaran zêde kirine

PeyamaKurd - Şîretkarê leşkerî yê Serokê Herêma Kurdistanê Babekir Zebarî got, hêzên hevpeyman dizanin ku DAIŞ bûye tehdîdeke cidî loma jî wan bommardiman dikin.

Balafirên hêzên hevpeymaniya navdewletî ev demeke baregehên DAIŞê yên li çiyayê Qereçox û derdora bajarokê Mexmûrê yê Herêma Kurdistanê bombebaran dikin.

Şîretkarê leşkerî yê Serokê Herêma Kurdistanê Babekir Zêbarî ji malpera fermî ya PDKê re ragihand, mixabin DAIŞ dîsa aktîf bûye û roj bi roj jî çalakiyên wê zêde dibin.

Babekir Zêbarî diyar kir, “Sebeba serekî ya wê yekê jî ew e ku li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê, valahiya ewlehiyê heye. Artêşa Iraqê naxwaze hêzên hevbeş yên wan û Pêşmerge li wan deveran bicih bibin, DAIŞ jî ji wê yekê sûd werdigire û bi kêfa xwe hereket dike.”

Zêbarî li ser bombebarana baregehên DAIŞê li çiyayê Qereçox got, hêzên hevpeyman heta hebûna DAIŞê cidî nebînin, bombebaran nakin. Ji ber wê jî bombebarana van rojan nîşan dide ku DAIŞ bûye metirsî û tehdîdeke cidî loma balafirên hêzên hevpeyman çendîn caran li wan dan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin