Stoltenberg: Ukraynayê daxwaza leşkerên NATOyê nekiriye

Stoltenberg: Ukraynayê daxwaza leşkerên NATOyê nekiriye

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir ku Ukraynayê daxwaza leşkerên NATOyê ji wan nekiriye, lê belê piştgiriya zêdetir dixwaze.

Stoltenberg li Romayê bi Serokwezîrê Îtalyayê Giorgia Meloni re hevdîtin kir, piştî vê hevdîtinê ji ajansa ANSA ya Îtalyayê re nirxandin kirin.

Stoltenberg li ser pirsa fikra "bicihkirina hêzên NATOyê li Ukraynayê" ya ku ji aliyê Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ve hat kirin de wiha got: "Ti niyeta NATOyê tune ku hêzên xwe li Ukraynayê bi cih bike. Dema ku min hefteya borî serdana Ukraynayê kir, Ukrayniyan daxwaza leşkerên NATO li Ukraynayê nekirin, lê wan daxwaza zêdetir piştgiriyê kirin."

Stoltenberg got, "Ez ditirsim û niha dibînin ku pir zehmet e ku bi Rûsyayê re diyalogek watedar hebe. Em dixwazin bibînin ku ew êrîşa welatekî din rawestînin û pêdivîya me bi çareseriyek aştiyane li Ukraynayê heye."