PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Sûdanî ragihand ku di rojên pêşiya me de, Konseya Ewlehiyê ya Iraqê ji bo li ser êrîşan hevdîtinan bike, dê bicive. Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudani, behsa êrîşên Tirkiyê û Îranê yên ser Iraqê kir û got ku ew êrîşên dewletên cîran red dikin û qebûl nakin. Sûdanî daxwuyaniya xwe di civîna çapemeniyê ya li Bexdayê de da. Sûdanî weha got:
“Êrîşên xwe bê îzin kirin. Dixwazî bila Îran be an Tirkiye be, em êrîşkariya wan ji bin red dikin.”
Sûdanî got ku daxwaza lêpirsînê kirine û li ser hebûna hêzên Iraqê yên fermî yên li ser sînor jî weha got:
“Astengî hene ku biryar bê bicîhanîn û ji bo em hêzên xwe deynin ser sînor, divê hinek pirsgirêk çareser bibin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin