PeyamaKurd - Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku komeke çekdar li taxa Edxar a bajarê Humsê yê Sûriyê ji malbatekê 4 kes kuştin.
SOHRê daye zanîn ku "koma çekdar bi ser malekê de girtin. Piştre bav û 3 kurên wî li ber çavê hevjîn û keça wî qetil kirin. "
Hêjayî gotinê ye, piştî ku rêveberiya Sûriyê bi komên HTŞê re dest guhertiye bûyerê tundî û kuştinî ji bilî bajarên berava Sûriyê li herêmên din jî zêde bûne ku rêxistinên navdewletî wan kiryaran tomar dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin