PeyamaKurd- Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson, ji bo ajansa nûçeyan a Swêdê TTê axivî. Kristersson diyar kir ku ew ê beriya havînê dest bi pêkanîna qanûna nû ya terorê bikin û di sersalê de cîbicî bikin.
Kristersson di daxuyaniya xwe ya de civîna duyemîn a mekanîzmaya hevpar a ku li Stockholmê di çarçoveya Peymana Sêalî ya ku Tirkiye, Finlandiya û Swêdê di 28'ê Hezîranê de di Lûtkeya Madrîdê ya NATO'yê de destnîşan kiribû, nirxand.
Serokwezîrê Swêdê Kristersson da zanîn ku hevdîtin bi encam bûye û got, "Cara yekem e ku aliyê Tirk bi awayekî vekirî kêfxweşiya xwe hanîne zimên.”
Kristersson bal kişand ser qanûna nû ya terorê û wiha got:
"Pêkanîna zagona terorê ya ku wê di sersalê de were cîbicîkirin ku rê li ber beşdarbûna rêxistinên terorê digire, wê beriya havînê dest pê bike. Swêd li gor peymana bi Tirkiyeyê ra tevdigere."
Ulf Kristersson, da zanîn ku Tirkiye nizane dê kengî Swêd endamtiya NATO'yê pesend bike.
Ji aliyê din ve Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Tobias Billstrom li Bukreşê ku ji bo Civîna Wezîrên Derve yên NATOyê bi Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Finlandiyayê Pekka Haavisto re civiya.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin