PeyamaKurd - Wezirê Berevanîyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ku ji ber êrîşa artêşa Sûriyê ya ser leşkerên wan ji serdana Ûkrayna ya ligel Serokomarê Tirkiyê Erdogan vegeriya, çû ser sînorê Sûriyê.
Hulusi Akar, li ser kuştina 6 leşkeran û birîndarkirina 9 leşkerên wan li Idlibê ji aliyê artêşa Sûriyê ve çû ser sînorê Sûriyê û bi Sererkanê Artêşê Yaşar Guler û fermanderên din ên leşkerî re civiya.
Akar li ser sînorê gefa tolhildanê li Sûriyê xwar û got, "Bila ti gumana gelê me yê ezîz jê çênebe ku çi pêwîst be tê kirin û dê bê kirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin