Dewriyeyên Rûs-Tirk hatin protesto kirin, hin xwepêsander birîndar bûn

Dewriyeyên Rûs-Tirk hatin protesto kirin, hin xwepêsander birîndar bûn

PeyamaKurd – Di çarçoveya rêkeftina Soçiyê ya 22yê Cotmeha 2019an de, dewriyeyên hevbeş ên leşkerî yên Rûs-Tirk li herêmên Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin.

Di nav hefteyekê de du caran dewriye hatin gerandin ku bi taybet li gundewarên Kobaniyê dîsa rastî protestoyên xelkê hatin.

Dewriyeyên hevbeş ku ji meha Mijdarê ve li ser dirêjahiya 20 km li ser xeta sînor û bi kûrahiya 6 km di hundirê xaka Sûriyê û li herêmên Cizîr û Firat derdikevin.

Piştî nerazîbûnan û protestoyan 2 helîkopterên Rûsyayê jî digel dewriyeya hevbeş digerin.

Li gorî zanyariyên xwecihî di dewriyeyên vê dawiyê de jî protesto hatine kirin û hin xwepêşander bi guleyan hatine birîndarkirin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin