PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê di nav 24 saetên borî de, 7 kes bi vîrusa korona Covid-19 ketin û ti haleteke mirinê nehat tomarkirin.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 7 kes li herêmên wan bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine ku kesek li Hesekê, kesek li Dêrikê, kesek li Til Temirê, kesek li Reqayê, kesek li Tebqayê û 2 kes jî li Dêrezorê ne.
Dr Ciwan Mistefa eşkere kir ku 2 kes jî baş bûne.
Li rojavayê Kurdistanê heta niha 8523 kes bi vîrusa korona ketine, 1218 kes baş bûne û 296 kes jî mirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin