PeyamaKurd - Li navçeya Çelê ya Colemêrgê Bakurê Kurdistanê di operasyonekê de şer di navbera leşkerênTirkiyê û gerîlayên PKKê de derket û di encamê de 4 leşker hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn. Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî bûyer piştrast kir.
Şer li devera Serîverî ya navbera Çelê û Geverê derket ku dikeve ser sînorê navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê.
Li gor Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê duh di operasyonekê de şer di navbera leşkerên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de derketiye û 4 leşker hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne.
Herwiha piştî êrîşê li deverê tevgereke leşkerî çêbûye û operasyoneke berfireh hatiye destpêkirin. Lê heta niha derbarê bûyerê de ji aliyê PKKê ve ti daxuyanî nehatine dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin