Rûsya: “Wê mîlîtanên terorîst êrîsê leskerên Tirk bikin û bixin sitûyê Samê”

Rûsya: “Wê mîlîtanên terorîst êrîsê leskerên Tirk bikin û bixin sitûyê Samê”

PeyamaKurd – Navenda Lihevanîna Terefan li Sûriyê ya Rûsyayê ragihand ku grûbên din yên mîlîtanên terorîst, wê êrîşê ser leşkerên Tirkiyê bikin û paşî berpirsiyariya êrîşê bixin situyê artêşa Sûriyê. Cîgirê serokê navendê Aleksandr Grinkeviç îro bo çapemeniyê mijara li jorê hat behskirin ragihand. Rêvebirê leşkerî yê Rûsyayê weha got:

“ Li gor agahiyên ketine destê me, mîlîtanên rêxistina terorî li herêma Idlibê nêzî jîngeha Tedîlê plan dikin ku bi roketên pirlûle û topên hawanan êrîşê leşkerên Tirk bikin. Terorîst niyet kirine ku qeydiyên encama êrîşê bixin malpera xwe û bêjin ku hêzên artêşa Sûriyê êrîş kirine ser çeperên artêşa Tirkiyê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin