''Bexdayê beseke din a diravê genim ji cotkarên Kurdistanê re sand''

''Bexdayê beseke din a diravê genim ji cotkarên Kurdistanê re sand''

PeyamaKurd – Berpirsê Giştî yê Bazirganiyê li Wezareta Bazirganî û Pîşesaziya Kurdistanê Newzad Şêx Kamil ragihand, Bexdayê beşeke din a diravê genim ji cotkarên Kurdistanê re şand.

Li gor Berpirsê Giştî yê Bazirganiyê li Wezareta Bazirganî û Pîşesaziya Kurdistanê Kamil diyar kiriye, Bexdayê beşeke din a diravê genimê cotkarên Kurdistanê yên ku sala 2020 genimê xwe dabûn hikûmeta Iraqê, şand.

Herwiha Newzad Şêx Kamil daye zanîn, ew diravê ku hatiye şandin, 11 milyar û 739 milyon dînar e.

Berpirsê Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê eşkere kiriye, ji wî diravê ku hatiye şandin, 5 milyar û 77 milyon dînar pişka Silêmaniyê ye, 3 milyar û 239 milyon dînar pişka Duhokê û 3 milyar û 423 milyon dînar jî pişka Hewlêrê ye.

Bi gotina wî berpirsê Hikûmetê, hîn 147 milyar dînar diravê cotkaran jî li ba hikûmeta Iraqê maye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin