PeyamaKurd- Cîgirê serokê Konseya Leşkerî ya Sûdanê Muhammed Hamdan Dakalû Hmîdtî, ragihand ku li payîtext Hartûmê leşker di nava tevgerê de lê sedema wê ew e ku sibê dê muxalefet xwepêşandaneka mezin bike û leşker bo asayîşa xelkê ketiye nava tevgerê. Tevger ne bo êrîşê ye.
Hmîdtî, li başûrê Hartûmê li herêma Mayû yê bo xelkê xîtab kir û weha got:
“Bo sibê bang têkirin ku bi mîlyonan kes werin vê derê. Em ne li hemberê xweîfadekirinê û xwepêşandanên aştiyane ne. Lê dibe ku li wê derê kes hebin fitne derxin, sabotajan bikin an casûs hebin. Em fitne û pirsgirêkan naxwazin.”
Hmîdtî ragihand ku tevgera leşker bo asayîşê temîn bike û weha dewam kir:
“Tevgera leşker ne bo êrîşêye lê bo asayîşa xelkê temîn bike. Sibê em ê parastina Hêza Guherandin û Azadiyê bikin.”
Xwepêşandan tevgera sîvîl ya Azadî û Guherînê sibê siet di 13.00 de ye
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin