PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, li ser krîza karîkaturan û êrîşên terora îslamiyên tundrew li Fransayê, ji televizyona Qeterê El Cezîre re axivî.
Macron ji bo karîkaturên Hz. Muhammed got ku ‘fêm dikim ku bandoreke şokê ya karîkutaran heye, lê ev yek ti carî serlêdana tundiyê mafdar dernaxe. Azadî, mafên me..parastina wan erka me ye.”
Macron ji bo helwesta boykotê û daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî di hevpeyvînê de diyar kir ku 'nayê qebûlkirin û hin lîder gotinên wî manîpule dikin'.
Herwiha Macron gotinên Erdogan wekî ‘hêrsokîyê’ bi nav kir û got ku ew hêvî dike ‘Serokomarê Tirk derewan neke’ û rewş aram bibe.”
Serokomarê Fransayê herwiha bal kişand ser sîstema laîkiyê ya ji Fransayê belav bûye û diyar kir, heta niha laîkbûnê ti kes nekuştiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin