Ji ber bahozê 41 kesan can da û 1.6 milyon kes koçber bûn

Ji ber bahozê 41 kesan can da û 1.6 milyon kes koçber bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li welatê Filîpînan ji ber Bahoza Phonfonê ku roja Noelê dest pê kiribû, heta niha 41 kesan can daye.

Bahoza Phonfonê ku doh bidawî bû li pey xwe ziyanên mezin ên canî û madî hiştin.

Li gorî bîlançoya nû hejmara kesên ku can dane gihîştiye 41 kesan û rayedar dibêjin bahozê bandor li milyonek û 600 hezar mirovan kiriye.

Hat ragihandin ku derdora 260 hezar xanî zirar dîtine û herî kêm 100 hezar kes jî neçar mane malên xwe biterikînin.

Hikumeta Filîpînan ragihand ku vê bagerê bi qasî 21 milyon dolar zirar li qadên çandinî û binesaziyê kiriye.

Sala 2013an jî li heman herêmê bagera Haiyan rabûbû û zêdeyî 7 hezar û 300 kesan ji ber wê bobelatê can dabû.

Li Fîlîpînan salane bi qasî 20 bahoz radibin û ziyanên mezin bixwe re çêdikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin