Tirkiye û Tanzanya 6 peymanan îmze kirin
PeyamaKurd – Bi amadebûna serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û seroka Komara Yekgirtî ya Tanzanyayê Samia Suluhu Hassan de, di navbera her dû dewletan de 6 peymanên girîng hatin îmzekirin. Di nav peymanan de teşwîqa veberhênanê, bûrsên xwendina bilind, siyaseta diyasporayê û mijarên weka rêvebirina ewraqan hene.
Peymana hêsankirina teşwîqa veberhênanê ya navbera her dû komaran ji Tirkiyê ji terefê cîgirê serokê ofîsa veberhênanê Zeynel Kılınç û rêvebirê giştî yê veberhênana navendî yê Tanzanyayê ji aliyê Gilead Teri de hat îmzakirin.
Di seha xwendina bilind û bûrsên wan de serokê YÖKê Prof. Dr. Erol Özvar û wezîrê Tanzanya Makamba zebta lihevkirinê îmza kirin.