Tirkiye berê ji Rûsyayê bi bihayê 2.5 mîlyar dolarî S-400an kirîbû û peymana wan îmze kiribû. Ew S-400 hêj nehatine teslîmkirin.
Medya Rûsyayê behs dike û dibêje niha peymana posta duyem ya bo S-400an tê amadekirin. Rojnameya “Komsomolskaya Pravda”yê weha dibêje: “Li gor agahiyên ku ketine destê me, wê Rûsya û Tirkiye di sala 2020an de peymana S-400an îmze bike. Hevdîtinên bo S-400an di navbera her dû aliyan de dewam dike. Di ser de jî wê ev partiya duyem, di demeka kurttir de, di sala 2021an de bê teslîmkirin. Hem mijara çêkirina S-400an bi hevre jî di rojevê de ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin