PeyamaKurd-Îro Rêvebiriya Ewlekariya Netewî ya Tirkiyê di bin serokatiya Recep Tayip Erdoğan de civiya û di encamê de peyamek belav kir ku şîretê li hukumetê bikin da rewşa awarte dirêj bikin.Civîn 1 siet û 45 deqe dewam kir.
Eger hukumet razî bibe û meclisa Tirkiyê jî qebûl bke wê rewşa awarte 3 mehên dinê jî dewam bike. Di beyanê de weha hat gotin:
“Bo pêşîlêgirtina komkujiyên li Sûriyê ku sedema wan çekên konvansiyele, bo dubare nebe û bo berpirsên wan hesab bidin gelek girînge ku civaka navdewletî bi hevre tevbigere.”
Di beyanê de hat ragihandin ku yekîtiya axa Sûriyê bo Tirkiyê girînge û ji hevkarên xwe piştgiriyê dixwaze.
Piştî şîret li hukumetê hat kirin wê meclisa Tirkiyê li ser mijarê here dengdanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin