400 malbatên ji ber serê DAISê koçber bûbûn vedigerin warê xwe

400 malbatên ji ber serê DAISê koçber bûbûn vedigerin warê xwe

PeyamaKurd – 400 malbatên ku 6 sal bere ji ber şerê DAIŞê ji nahiya Şareban ya Diyale koçberî Xaneqînê bûbûn, vedigerin ser cih û warê xwe.

Li gor Berdevkê Ofîsa Rêveberiya koç û koçberan ya Iraqê li Xaneqînê Îsam Mihemed diyar kir, çend roj berê Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê serdana kampa koçberan ya Xaneqînê kir û da zanîn ku ew hewl didin koçberan vegerînin ser cih û warê wan.

Herwiha Îsam Mihemed destnîşan kir, piştî wê yekê biryar hat dayîn zêdetirî 400 malbatên ku 6 sal berê ji ber şerê DAIŞê ji nahiya Şareban ya Diyale koçberî Xaneqînê bûbûn, vegerin ser cih û warê xwe.

Bi gotina wî berpirsê Iraqî, ew koçber û welatiyên devera Sinsil ya Şareban in, dê vê hefteyê vegerin deverên xwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin